Piştî 30 salan deriyê sînorê Erer yê navbera Iraq û Erebîstana Siudî de, hate vekirin.
Vekirina derî, weke nîşaneyek geşkirina peywendiyên navbera Bexda û Riyadê de hate nirxandin.
Piştî dîktator Seddam Hiseyîn, Kuwêt dagir kir di navbera Iraq û Erebîstana Siudî de şereke dîplomasiyê despêkiribû.
Her du welat piştî hilweşandina rejîma Seddam bi 15 salan di 2017’an de dest bi danustandinên dîplomasiyê kirbû.
Erebîstana Siudî dixwaze berhemên pişezasî û yên çandiniyê ku Iraq ji Tirkiye û Îranê dikire, êdî ew derbasî welat bike.
Bivî awayî hem derb li aboriya Tirkiye û Îranê bixe û hem jî aboriya xwe geştir bike.