Dagirkeran êrişî gundê Esediyê kir û 5 kes ji malbatekê birîndar kirin

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Ji Şehbayê heta Til Temirê dagirker rojane bombeyan li herêmê dibarînin. Di encama êrişên duh yên li ser navçeya Zirganê de, 5 kes birîndar bûn. Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena jî diyar kir ku Tirkiye di dema dawî de êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine û di vê yekê de ji şerê li Ûkrayana, sûd werdigre.

Dewleta Tirk ku hemû peymanên mafên mirovan binpê dike, rojane êrîşî sivîlên li herêmê bakur û rojhilatê Sûriyê dike.

Dagirker rojane ji Şehbayê heta Eyn Îsa û Til Temirê bombeyan li herêmê dibarînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derengiya şevê din gundê Esediyê yê Zirganê topbaran kirin

Di encama êrîşê de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn.

Navê kesê birîndar wiha ne:

Mehmûd El-Zahir (42 salî)

Bera Mehmûd El -Zahir (16 salî)

Nerges Mehmûd El-Zahir (15 salî)

Şefak Mehmûd El-Zahir (9 salî)

Xizmekî malbatê, Înas Îsmaîl El-Xelef (17 salî)

Her wiha ziyanên madî yên mezin jî gihaştin mal û milkên welatiyan.

Ne tenê navçeya Zirganê, duh êvarê û îro ber bi êvarê gundên Eyn Îsayê û Rêya M4 jî bi moşekan hatin topbarankirin.

Aram Hena: Tirkiyê sûdê ji şerê Ûkraynayê digire û êriş dike

Li ser berdewamkirin êrîşan, Berdevkî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena axivî.

Aram Hena da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze êrêkirina navneteweyî bigre da ku êrîşên nû li dijî herêmê pêk bîne û ev tişt anîn ziman:

“Ev yek tenê ji bo karibe berjewendî û planên xwe yên terorîst pêk bîne ye.

Dewleta Tirk sûdê ji şerê Ûkrayana û Rûsyayê digire û êrişên xwe di dema dawî de zêde kirine.”

Hena destnîşan kir ku Armanc ji êrişan ew e ku hîn zêdetir komkujiyan li dijî şêniyên herêmê pêk bîne.

Aram Hena diyar kir ku aliyên navneteweyê yên li herêmê berpirsên binpêkirinên dewleta Tirk in û bang li civaka navneteweyî kir ku helwestekê nişan bidin.

Berdevkê QSD`ê Aram Hena dawiyê tekez kir ku QSD wê li dijî êrişan bêdeng nemîne û bersivê bide.

 

Back to top button