Efrîn..Jineke temen mezin di girtîgehên çeteyan de jiyana xwe ji dest da

Piştî revandina wê bi 2 salan, duh jina Efrînî ya temen mezin di girtîgehên dagirkeriya Tirk de jiyana xwe ji dest da. Li kêlekê jî çeteyan ciwanekî Efrînî revandin û li hin gundan mal û milkên şêniyan dizîn.

Duh jina Kurd Mewlîda Ni’man ya 64 salî di bin êşkenceyeke giran li girtîgehên dagirkeriya Tirk de, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malpera Afrîn Post, çeteyan agahî dan malbata Mewlîde ya li gundê Bozîkê ya navçeya Cindirêsê ku Mewlîde di encama kirîza dil de, jiyana xwe ji dest da ye.

Jina Temen mezin tevî ku nexweşiya şekir, tasyon û dil pê re bû çeteyan derman li ser qutkiribûn û bi buhaneya kirîna derman pere ji malbata wê distendin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk, Nîsana 2019’an Mewlîda ji mala wê ya li gundê Bozîkê, revandibûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî diyarkirbû ku jimara girtiyên di bin êşkenceyê de mirina gihaştiya 148’an.

Çeteyan ciwanekî din ê Efrînê li Ezazê revand

Dagirkeriya Tirk revandina sivîlan didomîne, herî dawî çetayan ciwanê bi navê Beşar Osman Osman ê ji gundê Kefercenê, li ser rêbendekê li Ezazê revand.

Dizî û talankirina malên Efrîniyan ji aliyê çeteyan ve didom in

Sûcên dagirkeriya Tirk li vir bi dawî nebûne, di heman demê de talankirina mal û milkên şêniyên Efrînê jî berdewam dikin.

Afrîn Post diyar kir ku çeteyan li taxa Eşrefiyê ya Efrîn girt ser dikana Ebdullrehan Mihemed, hezar lîreyê Tirkî û jimareke pakêtên çixareyan jê standin.

Di heman çarçoveyê de, li taxa Tirndê malbatên çeteyan ên Xûta Rojhilat, 8 xaniyê malbata Horo yê ji gundê Şêxurzê firotin.

Ev hemû rêze kirin û binpêkirinên çeteyan Tirkiyê di çarçoveya koçberkirina şêniyên Efrînê de tê kirin da ku plana guhertina demografiya Efrînê biçe serî.

Back to top button