Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6. li bajarokê Rimêlan bi dawî bû

Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6’emîn di roja sêyemîn de li bajarokê Rimêlan bi dawî bû.

Festîvala Hunera Zarokan a 6’an ya ku bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya li bajarê Rimêlan hatibû destpêkirin îro bi dawî bû.

Di nava sê rojan de 24 komên hunerî yên zarokan ên ji bajar, navçe û bajarokên kantona Qamişloyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran pêşkêş kirin.

Mîhrîcan diyarî rêber Abdullah Ocalan û zarokên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hate kirin.

Piştî pêşandana tevahî koman hunera xwe pêşkêşkirin, festîval bi govend û sitranên zarokan bi dawî bû.

Back to top button