Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû şampiyona

Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû şampiyona turnuveya fotbolê.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê bi Beşdariya 16 tîman turnuveya footbolyê organîzekir.

Tevahî maç li bajarê Reqayê hate lîstin.

Turnuveya futbolê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lîstokekê di navbera Tîma Serêkaniyê û Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê de bi dawî bû.

Turunve bi serketina Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bi (1-0) bi dawî bû.

Desteya Ciwan û Werzîşê tîma serkeftî xelat kir, her wiha xelatên ferdî dan hin lîstikvanan.

Back to top button