PYD bi peyamekê Kongreya 4. a YNK’ê pîroz kir

Hevserokên PYD’yê bi daxuyaniyekê Kongreya 4’emîn a YNK’ê ku bi serkeftî bi encam bû, pîroz kirin.

Hevserokên PYD kongreya YNK’ê ku li Silêmanî pêk hatibû û di encamê de Meclîsa Siyasî ya Bilind a YNK hatibû hilbijartin pîroz kir.

Hevserokên PYD’ê ji bo serkeftina kongreyê nameya pîrozbahiyê ji endam û rêvberên yekîtiyê re şanadin û destnîşan kirin ku kongreya YNK’ê di pêvajoyeke ku dîrokî de pêk hatiye.

PYD’ê da xuyakirin ku pêşxistina danûstandinên di navbera PYD û YNK’yê de ji bo gelê Kurd destkeftiyeke mezin e û weha got:

Em û YNK’ê di heman êniyê de ne û çi biryarên werin derxistin ji bo me jî girîng e.

Em wek PYD’ê kongreya 4. li YNK’ê pîroz dikin. Serkeftina we, serkeftina me ye.

Em bawer in ku wê ev yek ji bo gelê me destkeftiyên dîrokî bi xwe re bîne.”

Leave a Reply

Back to top button