Çeteyan ji navçeya Cindirêsê û şera du sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li Ezazê kesê bi navê Rizgar Cume yê ji gundê Xirabê Şera yê navçeya Şera û ji Cindirêsê jî kesê bi navê Xelîl Pîcalê revandin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn, dema Rizgar bavê xwe radikir nexweşxaniya bajarê Ezazê, çeteyan ew revand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê,10’ê Cotmehê li navçeya Cindirêsê çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Picalê revand.

9`ê Cotmehê li heman navçeyê jî, artêşa Tirk a dagirker bi wesayîteke leşkerî pê li kesê bi navê Idrîs Henan Hesen kir.

Hat zanîn ku di encamê de hestiyên ling û destên wî şikestin.

Çeteyan li Mabata mewsima 600 darên zeytûnê talan kirin

Li aliyê din çeteyan berhemên 600 darên zeytûnê yên kesên bi navê Mihemed Ixtiya, Enwer Izet û Ehmed Hereş yên ji gundê Kaxrê yê Mabata talan kirin.

Back to top button