Kurd û Ermen li Îtalyayê daketin qadan

Kurdistanî, Ermen û Îtalyayî li dijî şer û êrîşên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst çalakiyek li dar xistin. Insîyatîfa Ji Ocalan re Azadî jî banga berdewam kirina çalakiyan kir.

Kurdistanî û Ermen duh li herêma Campo-basso ya Îtalyayê mîtîngeke hevpar li dar xist.

Di mîtîngê de, jineke Ermen a bi navê Sûsan, qala fermana gelê Ermen a ji sala 1915’an heta vê serdemê kir.

Nûnerê rojnameya Îl Bene Comune jî bal kişand ser êşkence û tecrîda li ser Rêber Ocalan û bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava “dema azadiyê” bibin.

Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî: Divê em çalakiyên xwe bidomînin

Her wiha Insîyatîfa Ji Ocalan re Azadî jî bi daxuyaniyekî malavayî li wan kesan kir ku 10’ê Cotmehê li Ocalan xwedî derketine.

Însiyatîfê bang li her kesî kir ku bi çalakiyên cihê û reng çalakiyên xwedîderketinê bidomînin.

Însiyatîfê got:

” Xwedîderketina li Rêber Apo parastina azadî û dahatuya me ye. Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê maneya têkoşîna ji bo azadiya me.”

Back to top button