Efxanistan…ji ber lehiya li eyaleta Nangarharê 5 kes mirin 10 jî birîndar bûn

Li Efxanistanê barana ji nişka ve, bo sedema lehiyê.
Li eyaleta Nangarhar lehî rabû, 5 kes mirin û 10 jî birîndar bûn.

Li herêma Celalabad a Nangarhar a rojhilatê Efxansitanê ji ber barana zêde lehî rabû.

Walîtiya parêzgeha Nangarharê bi daxuyaniyekê ragihand, di lehiyê de herî kêm 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li paytexta eyaleta Celewla û li hin herêman ji ber lehiyê 320 xanî û bi sedan donim zeviyên çandiniyê zirar dîtine.

Rayedaran ragihandin ku yek ji pirên girîng ên li ser rêya ku paytext Kabîlê bi parêzgeha rojhilat ve girêdide jî di bin avê de ma û niha rê girtî ye.

Li Pakistanê di meha Gulana borî de, ji ber karesata lehiyê 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 40 kes jî birîndar bûbûn.

Back to top button