Du welatî li Efrînê hatin revandin

Mîna her rojê careke din 2 welatî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û 65 dar jî birîn.

Li Efrîna dagirkirî çeteyên Dewleta Tirk her tiştên dijexlaqên qanûnî û mirovî pêk tîne.

Rojane welatiyan direvîne, êşkence dike û piştre li hember dayîna fidyeyean wan berdide.

Hin ji kesên têne revandin jî aqûbeta wan êdî nema tê zanîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin welatî Mistefa Tobal ê 41 salî yê ji gundê Belalîko yê Racoyê revandin.

Tobal bavê 2 zarokan e.

Hat zanîn ku çeteyan bi hinceta Tobal li Şehba hevserokatiya komînê dikir revandine û niha li girtîgeha Marata girtiye.

Torê diyar kir ku Mistefa Tobal dema Efrîn hate dagirkirin koçberî Şehbayê bû, lê bi rêya propogandaya li ser medya civakî ya ji bo vegera li Efrîn tê kirin hat xepandin û vegeriya.

21 vê mehê jî, çeteyan welatiyê temen mezin Bekir Miqdad 70 salî ji xelkê Qer Baba revandin.

Miqdad dema vedigere Efrîn yekser bi behaneya ku berê bi Rêvberiya Xweser re kar kiriye tê revandin.

Çete niha ji bo berdana wî fidyê ji malbata wî dixwazin.

Çeteyan li navçeya Şerayê 65 darên zeytûnan birîn

Li aliyekî din talankirina xwezayê bi birîna daran jî dewam dike.

Hin çeteyan li gundekî navçeya Şerayê 65 darên zeytûnê birîn.

Torê da xuyakirin ku ew dar jî milkên welatiyê bi navê Hisên Oso bûn.

Back to top button