Şehîdên meha Cotmehê li Fransa û Elmanyayê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Cotmehê li Fransa û Elmanyayê hatin bibîranîn.
Di bîranînê de hate gotin, eger em hêza xwe li ser xeta şehîdan bikin yek, wê serkeftin bibe ya gelê me.

Çalakiya bîranînê ya a li Fransayê li bajarên Marsîlya û Parîsê, li Elmanyayê jî li Bremenê hate lidarxistin.

Bîranîn di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo lehengên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di bîranînê de têkildarî berxwedan û fedakariya şehîdan axaftin hatin kirin.

Beşdaran got:

Eger em hêza xwe li ser xeta şehîdan bikin yek, wê serkeftin bibe ya gelê me.”

Her wiha ji bo pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ jî bang hate kirin.

Çalakiyên bîranînê piştî pêşandana sînevîzyona li ser şehîdên Cotmehê bi dawî bû.

Back to top button