Fermandariya Navendî ya Amerîkayê encamên operasyonên xwe li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê yên di meha Nîsanê de eşkere kir.
Fermandariyê raghand ku 13’ê DAIŞ’î li Sûrî û Iraq hatine kuştin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê derbarê vê yekê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Hêzên “koalîsyonê” û bi hevkarên xwe yên li herêmî 35 operasyon li dijî DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê pêk anîne.
Li Sûriyê 10 operesyon pêk hatine.
Bi vê yekê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 21 çete jî hatin girtin.
Her wiha li Iraqê jî 25 opersyon hatine li darxstin.
Li wir jî 9 çete hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn.”
Li Sûriyê Fermandariya navendî di şerê dijî DAIŞ’ê xwe dispêre hevkarên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê.



