Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û got :
“Divê civaka navneteweyî dadgeheke navneteweyî ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên girtî darizînin.”
PYD hemwextî salvegera yekemîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyaniyek da.
PYD’ê di daxwiyaniyê de got :
“Piştî tunekirina DAIŞ’ê li Baxozê, çeteyên DAIŞ’ê êrişek li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê pêk anî ..
Ev êriş Komployeke bû ji bo vejandina DAIŞ`ê û derxistina tevliheviyê li herêmên Rêveberiya Xweser e. ”
PYD`ê tekez kir ku bi berxwedaneke destanî QSD`ê komplo hat têkbirin û di encamê de 121 şervan şehîd bûn û got :
Em berxwedana destanî ya QSD û Asayîşê ji bo parastina herêmê, silav dikin..
Divê civaka navneteweyî dadgeheke navneteweyî ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên girtî darizînin