Asayîşê gotegotên têkildarî girtina rêveberê Kampa Holê derewand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gotegotên têkildarî girtina fermandarê parêzvanên kampa Holê bi tawana revandina malbatên DAIŞ’î derewandin.

 

Hinek malper û rûpelên tevna civakî îdia kirin ku fermandarê parêzvanên kampa Holê bi tawana revandina malbatên DAIŞ’î ji kampê hatiye girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê derbarê de daxuyaniyek da û ev gotegot derewandin.

Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir, piştî ku hemû şêwazên qaçaxçiyan ji bo revandina ji kampê bi kar dianîn hatin eşkerekirin, ev îdia hate belavkirin.

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku hêzên wan hemû tedbîrên ewlehiyê digirin da ku ti binpêkirin li kampê û derveyî wê çênebe.

Back to top button