TJK-E: Ji bo lêgerîna edaletê di 11’ê çilê de li Parîsê bin

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê -TJK-E ji bo salvegera 7. a Komkujiya Parîsê daxuyanî da û ji bo hesabpirsînê bang li her kesî kir ku di 11’ê Çilê de li Parîsê kom bibin.

TJK-E bi munasebeta salvegera 7. a Komkujiya Parîsê, ku di 9’ê Çila 20013’an de li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez pêk hatibû daxuyanî da û her sê şoreşgerên jin bibîranî.

TJK-E’yê diyar kir ku komkujiya Parîsê parçeyek ji qirkirina gelê Kurd e û bi fermana rejîma faşîst ya dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye.

TJK-E li Sîlopî şehîdxistina Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir û li Rojava şehîdxistina Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Yadê Aqîde ya ji aliyê dewleta Tirk ve weke dewama komkujiya parîsê bi nav kir.

TJK-E destnîşan kir ku Fransayê hîn jî ev komkujî ronî nekiriye û ji berpirsên vê komkujiyê hesab nexwestiye û weha got:

“Emê ji kujêran û kesên bûne hevkarê komkujiyê hesab bipirsin û bi giyan û berxwedana wan civakeke demokratîk û azad ava bikin.”

TJK-E da zanîn ku di salvegera 7. a komkujiya Parîsê de ew ê bi gotina ”Sala 7’an e, ji bêcezahiştinê re êdî bes e” lêgerîna xwe da edaletê bidomînin û bang li her kesî kir ku di 11’ê Çilê de li Parîsê kom bibin.

Leave a Reply

Back to top button