Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê banga cezakirina dewleta Tirk kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn li ser komkujiya Til Rifetê banga hesabaxwestin û cezakirina dewleta Tirk kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrîniyan bi bîr xist û got:

“Ev sûc rêxistinkirî û plankirî ne, armanc jê têkbirina vîna koçberên Efrînê bi hemû pêkhate, ol û rengên wê ye. Li gorî qanûn û peymanên navnetweyê, ev sûc dighêjin asta sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê, her wiha sûcên qirkirinê.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn bang li NY kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ji herêmên dagirkirî vekişe û demildest hesab jê bixwaze.

Back to top button