Kuba: Dixwazin welatiyên me beşdarî şerê li Ukraynayê bikin

Havana îdia kir ku şebekeya bazirganiyê ya Rûsyayê hewl dide Kubayiyan ber bi şerê li Ukraynayê ve bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Kubayê ragihand ku der barê mijarê de lêpirsîna sûc hatiye destpêkirin.

Çarçoveya beşdarên şerê li Ukrayna berfireh bûye.

Hikumeta Kubayê toreke qaçaxçîtiya mirovan ya ku welatiyên wê dikirin leşker û ji bo şerê li Ukrayna dişand dît.

Wezareta Karê Derve ya Kuba li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Wezaretê destnîşankirin ku hewl tê dayin şebekeya Rûsyayê ya ku armanca wê ew e, welatiyên Kubayê yên li Rûsyayê dijîn beşdarî şerê li Ukraynayê bikin, hilweşînin e.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di nav qurbaniyan de yên li Kubayê dijîn jî hene.

Wezaretê her wiha diyar kir ku Kubayê li dijî berpirsyaran lêpirsîna sûc daye destpêkirin û ddaxuyakirin ku Havana li dijî her cure “xizmeta kirêt” e û beşdarî Şerê Ukraynayê nebûye.

Wezîrê Karê Derve yê Kubayê Bruno Roriguez di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X da diyar kir ku ew wek hikumet “bi hemû hêza qanûnê” li dijî qaçaxçiya mirovan têdikoşin.

Roriguez got;

“Li dijî wan kesên ku welatiyên Kuba ji bo teşwîqkirina leşkerkên kirêkirî û bazirganiya mirovî de cih girtî, wê gavên pêwist werin avêtin.”

Ji aliyê din ve Moskova heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Têkiliyên Rûsya û Kubayê di mehên dawî de dijwar bûn.

Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel sala borî li Moskowê serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir.

Di Hezîrana borî de, Wezîrê Parastinê yê Kubayê Alvaro Lopez Miera dîsa li Moskowê ji aliyê hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Şoygu ve hat pêşwazîkirin.

Back to top button