LI BAŞÛRÊ IDLIBÊ HÊZÊN RÊJÎMÊ BI PIŞTGIRIYA BALAFIRÊN RÛSÎ PÊŞ VE DIÇIN

Hêzên rêjîma Sûrî bi piştevaniya hêza ezmanî ya Rûsyayê êrîşên dijwar bi ser herêma navbera Idlib, Hema, Heleb û Lazqiyê ve dibin.
Êrîşa bejahî û ezmanî bi taybetî li gunderwarê başûrê Idlibê ye.

 

Armanca rêjîma Sûrî ji vê yekê jî, perçekirina gund û navçeyên Idlibê ye, da ku riya kontrolkirina herêmê ji xwe re hêsan bike.

Li gorî agahiyên ji qada êrîşan, hêzên rêjîmê bi piştgiriya balafirên Rûsî nanvçeya Hibêt a stratejîk bi dest xist.

Navçeya Hibêt jî, ji 2012’an ve ji bin serweriya rêjîma Sûrî derketibû.

 

Di vê derbarê de, ajansa SANA ya rêjîma Sûrî, ragihand ku artêşa rêjîma Sûrî navçeya Tel Skêk, Skêk û Hibêt ên başûrê Idlibê ji destê çeteyan girt.

Li gorî SANAyê, hêzên rêjmê gund û navçeyên Tel Milih, El-Cibên, Hisraya, El-Erbe’în, Ez-Zakat, Es-Sexir, Tel Es-Sexir û Cêsat ji destê çeteyan girtin.

 

Têkildarî mijarê, Navenda Rûsî ya Lihevkirinê li Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî derbarê şerê 10 û 11 Tebaxê de bû û tê de hat ragihandin ku di wan 2 rojan de, 23 leşkerên rêjîmê hatin kuştin 7 jî birîndar bûn.

https://bit.ly/2ZWbAjk

Leave a Reply

Back to top button