Dewleta Tirk bi hinceta tetbîqatê leşkeran dişîne Azerbeycanê

Dewleta tirk a dagirker piştî Sûriye, Iraq, Lîbya û Yemenê niha ji çavê xwe berdaye axa Ermenîstanê. Dewleta tirk ku ji aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê dixwaze sudê bigre, tetbîqata leşkerî bi Azerbeycanê re pêk tîne.

Bi hinceta tatbîqatê dewleta tirk leşker û alavên leşkerî vediguhêze, Azerbeycanê.

Li welatên rojhilata navîn, di bin her krîzeke heyî de destê dewleta tirk a dagirker heye.

Çawa ku bûye sedema kurbûna aloziya li Sûrî, Iraq, Yemen, Lîbya û herî dawî jî niha dixwaze destwerdanê li Ermenîstanê bike.

Bi hinceta alozî di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de, dewleta tirk yekser piştgiriya xwe ya şer ji bo Azerbeycanê diyar kir.

Ji wê rojê heta niha dewleta tirk li dijî Ermenîstanê ji bo şerekî berfireh bide despêkirin ketiye nava hewildanan.

Piştî daxuyaniyên dijminane, dewleta tirk leşker û alavên şer vediguhêze Azerbeycanê.

Ne tenê ev, li rojavayê Idlibê jî çeteyan kom dike ji bo bişîne, Azerbeycanê û di şerê li dijî Ermenîstanê de bikar bîne.

Herî dawî wezareta parastinê ya dewleta tirk dimenên tetbîqata leşkerî ya bi Azerbeycanê re weşand.

Ji dimenên ku hatîn weşandin jî xuya dike ku dewleta tirk amadekariyên şerekî berfireh ya li herêmê dike.

Wezareta parastinê ya Azerbeycanê jî ragihand ku qonaxa yekemîn ya tetbîqatê îro pêk hatiye.

Ji her 2 welatan di rêya hewa û bejahî de leşker tevlî tetbîqatê bûne.

Aloziya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê ya li ser herêma Qerebax ji sala 1988’an ve heye.

Di salên 1992 û 1994’an di navbera wan de şer rû da.

Her çiqas bi navbeynkariya Rûsya, Emerîka, û Fransa şer bi dawî bibû, lê hîn pirsgirêk çareser nebûye.

Her yek jî îdia dike ku ew herêm beşek ji axa wê ye.

Back to top button