1915’an Ermenî bi destê Tirkiyê di qirkirinê re hatin derbaskirin

Beriya 106 salan di rojeke weke îro de dewleta Tirk ya çavê xwe berdayî qirkirina Ermeniyan, dest bi êrîşan kir.
Tenê di nava 2 salan de nêzî milyonek û niv Ermenî hatin kuştin.
Her wiha bi sed-hezaran hatin koçberkirin.
Zêdeyî 31 welatan bi fermî ev yek weke qirkirinê nas kiriye.
Niha jî çav lêye ku di dîroka Amerîka de yekem serokê welat, Qirkirina Ermeniyan bi fermî nas bike.

Bi salan di ser re derbas bibe jî nayê jibîrkirin.

Her weke bîranîneke biêş dimîne.

Her çiqasî nifşên demê tên guhertin jî lê ew xala reş ya li dîrokê hatî nivîsîn her di bîra civakê de dimêne.

Ne doh ji bîrkirin, ne îro û ya xuya dike sibe jî wê jibîr nekin.

106 sale her vê rojê li hev kom dibin.

Ji ber êşa qirkirina ku împaratoriya Osmanî ya pêşiyên Tirkan bi serê wan aniye besî wane ku her tiştê bidin aliyekê.

Dema ku şerê cîhanê yê yekem nêz dibû, Împaratoriya Osmanî jî li ber têkçûnê bû.

Ew împaratoriya mezin, roj bi roj diheliya.

Îtîhat û Terakî a ku di 1908’an de dest danîbûn ser rêveberiya Osmaniyan li rêyek xelasiyê digeriyan.

Wan digot; Em ê ji Derya Spî heta Antartîkayê dewletek ji neteweya Tirk pêk tê avabikin.

1914’an bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem re, ji bo Îtîhat û Terakî ya Tirk derfet çêbû ku bi hînceta ‘derxistina aloziyan’ Ermeniyan qetil bikin.

Di destpêkê de bi propagandeyek xwestin Ermeniyan reş bikin.

Gotin li kêleka Rûsya cîh girtinin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin, çek girtinin erîşan dikin.

24’ê Nîsana 1915’an Tirkiyê dest bi pêngava qirkirina Ermeniyan kir û 2 salan dewan kir.

Li gorî çavkaniyan li bajarên cuda yên Tirkyeyê û Bakurê Kurdistanê ango herêmên di bin kontrola Osmaniyan de milyonek û nîv Ermenî hatin qetilkirin û nêzî 500 hezar Ermenî koçber bûn.

Di navbera sala 1915’an 1923’an bi Ermeniyan re, 500.000 Suryanî, 750.000 Helen jî hatin koçkirin.

Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 106 sal derbas dibin, lê hîn Tirkiyê komkujî îtiraf nekiriye û weke komkujî nabîne.

Li seranserî cîhanê hata niha Almanya, Fransa, Yunanîstan û Rûsya dinav de zêdeyî 31 welatan ev yek weke komkujî naskiriye.

Li Amerîka ji 50 eyaletî 36’ê wan ev komkûjî qebûlkirin.

Niha jî çav li gotina Serokê DYA Joe Bidene.

Tê pêşdîtin ku ger Biden bûyera 1915’an weke qirkirinê nasbike, wê gelek welatên din jî vê yekê nas bikin.

Di heman demê de ve yek wê bibe sedemê ku Tirkiye li pêşberî Ermeniya dest bi hesab dayînê bike.

Back to top button