Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê dorpêça hêzên hikûmetê şermezar kirin

Dorpêça Hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêx Meqsûd, El-Eşrefiyê û Şehba dewam dike.
Saziyên civaka sivîl li bajarê Helebê dorpêç şermezar kirin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku ji bo bidawîkirina dorpêçê bi erkên xwe rabin.

Saziyên civaka sivîl li bajarê Helebê li pêşiya xala kontrolê ya El-Cezîre ya hêzên hikûmeta Şamê çalakî li dar xistin û dorpêç şermezarkirin.

Hevseokê Saziyên civaka Sivîl a Helebê Kamîran Zaza daxuyanî da û got:

Dorpêça hêzên Hikûmetê bi taybet bi hatina zivistanê re jiyana xelkê zehmet kiriye.

Kamîran Zaza bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo bidawîkirina dorpêça hêzên Hikûmeta Şamê bi erkên xwe rabin û alîkariyên mirovî derbasî herêmê bikin.

Back to top button