Şandeya HDP’ê YNK’ê vexwend kongreya YSP’ê

Şandeyeke HDP’ê serdanaYNK’ê kir û ew vexwand kongreya duyem a YSP’ê ku wê 15’ê Cotmehê bê lidarxistin.

Şandeyek HDP’ê ku ji Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, Parlementerên YSP’ê Sumeya Boz, Wezîr Parlak û nûnerên HDP’ê yên Başûr pêkdihat serdana buroya peywendiyan a YNK’ê kir.

Di serdanê de şandeya HDP’ê ji ber lidarxistina Kongreya Pencem a YNK’ê pîrozbahî li berpirsên YNK’ê kirin.

Di civînê de behsa peywendiyên navbera Rêber APO û Mam Celal, pêvajoya aştiyê û giringiya yekitiya aliyên siyasî ya her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin.

Bi heman armancê şandeya HDP’ê wê serdana aliyên din ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî bike.

Wê roja 15’ê Cotmehê YSP li Enqereyê kongeya xwe ya duyem li dar bixe.

Back to top button