Peymana aştiyê navbera Mexrib û Îsraîlê

Piştî peymana aştiyê ya di navbera Mexrib û Îsraîlê de, îro yekemîn rêwîtiya navbera welatan pêk hat. Di rêwîtiyê de şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner tevî şandeyeke Îsraîl-Amerîkayê cih girt.

Piştî 12 rojan ji ragihandina peymana aştiyê di navbera Îsraîl û Mexribê de, rêwîtiya Îsraîlê ya yekser ji Mexribê re dest pê kir.

Beriya ku balafir bi rê bikeve, Jared Kushner wiha got:

Mexrib û Îsraîl dixwazin xwe nêzî hev bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl da siyaseteke cuda li Rojhilata Navîn bimeşîne.

Serokê Amerîkayê Trump di 10`ê Kanûnê de, ragihand ku Mexrib û Îsraîlê peymana aştiyê pêk aniye û dê têkiliyên dîplomatîk û rêwîtiyên hewayî yên di navbera her du welatan de dest pê bikin.

Bi wê yekê, piştî Îmarat, Behreyn û Sûdanê, Mexrib bû welatê Ereban ê çaremîn ku îsal peymanên aştiyê bi Îsraîlê re çêdike.

Back to top button