Li dijî baregeha artêşa Tirk a li Başîka herî kêm bi 10 mûşekan hedf hat girtin

Li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Başîka ya Mûsilê êrişa bi mûşekan pêk hat.

Li gorî agahiyan, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Başîka ya ser bi Mûsilê ve bi mûşekan êriş pêk hat.

Hat ragihandin ku herî kêm bi 10 mûşekan hatiye topbarankirin..

Heta niha tu aliyan ev topbarana li dijî dagirkeriya Tirk negirtiye ser xwe..

Lê dij Terora Kurdistanê ya PDK’ê wekî berdevkê dewleta Tirk, derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de 6 mûşek hatine bikaranîn û îdia kir ku ti ziyan çênebûye.

Ev baregeha dewleta Tirk beriya niha jî bibû hedef.

 

Back to top button