Li Parîsê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin

Li Parîsê Kurdistanî û dostên xwe ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo çalakiyek li dar xistin.
Çalegeran bang li saziyên navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta li ser ”Azadî ji bo Abdullah Ocalan” nivîsandî hatin hildan.

Beşdaran bêdengiya CPT li dijî tecrîdê şermezar kirin û bang li hemû saziyên navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabibin.

Aktîvîstê Kurd ku li ser navê çalakgeran axivî û got:

”Bi fikir û tevgera Rêber Apo bi hezaran ciwanên Kurd bedel da û Ewropa û dinyayê ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Rêber Apo afirînerê dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û hêviya jinan e nabe ku girtî bimîne.

Ez bang li Kurdan û dostên me dikim em bi hev re ji bo azadiya Rêber Apo biqîrin.”

Di dawiyê de dirûşmeyên ”Bijî Serok Apo”, ”Azadî ji bo Ocalan”, ”Bê Serok Apo jiyan nabe”hatin berzkirin.

Ji bo Rêber Apo li Reîmsê çalakî hat lidarxistin

Her wiha kurdistaniyên li bajarê Reîms ê jî li dijî tecrîdê meşek li darxistin.

Piştî ku girseya gel gihîşt ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek hate dayin.

Kurdistaniyan di daxuyaniya xwe de diyarkiri ku heta tecrîd bidawî bibe wê li qadanbin.

Back to top button