Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ehmed El-Xezel ê ji gundê El-Mehmûdiye yê gundewarê rojavayê Serêkaniyê kuşt.
Li gorî ajansa ANHA’ê , Ehmed El-Xezel ji gundê El-Mehmûdiye yê bajarokê Mebrûka yê rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî ye.
Duh bi şev El-Xezel bi guleya çeteyan hatiye kuştin.
Heta niha sedemên bûyerê nayên zanîn.
Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî rojane sûcên hovane li dijî şêniyên resen ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên.