Ajansa JINNEWS: Di meha Adarê de 22 jin hatine kuştin

Li gorî daneyên meha Adarê yên ajansa JINNEWS’ê 22 jin hatine kuştin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Di meha Adarê de jin daketin qadan, berxwedan û banga îstîfayê li hikûmetê kirin.

Jinan li aliyekî piştevanî mezin kir û li aliyê din jî bûn hedefa deshtilatdarî û mêran.

Di meha Adarê de bûyerên tundiya li ser jinan zêde bûn.

Ji ber qelsiya mekanîzmayên parastinê jin nikarin li dijî tundiya dibînin dengê xwe bidin bihîstin.

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS’ê di meha Adarê de 22 jin hatine kşutin û 16 jin bi guman jiyana xwe ji det dane.

Sê jin bi hewldana kuştinê re hatin rû hev. Her wiha 3 zarok hatin kuştin.

Mêrên tacîzkar dîsa ji aliyê daraza mêr ve hatin xelatkirin.

Vê mehê bajarê ku herî zêde jin lê hatine kuştin Stenbol bû.

Back to top button