Têkildarî lihevkirina navbera QSD’ê û Rêjîma Sûrî, Rêveberiya Xweser biryarnameyeke giştî belva kir û sê xal şîrove kirin.. Li gorî vê, wê ti guhertin di xebatên Rêveberiya Xweser de çênebe.
Rêveberiya Xweser ragihand ku, ev lihevkirin leşkerî ye û ji bo parastina sînor û serweriya Sûriyê ji dagirkeriya dewleta Tirk e.
Di heman demê de Rêveberiyê da zanîn ku, wê her heft rêveberiyên xweser, sivîl û saziyên xebatên xwe mîna berê bidomînin û li gorî rewşa herêmê tev bigere.
Her wiha bang kir ev bend ji hemû karmend û endamên Rêveberiya Xweser re werin şîorvekirin.