Dozgeriya Libnanê jikargirtina El Bîtarî red kir

Dadgeha Temyîz a Libnanê, daxwaza jikar girktina dozger Tariq el Bîtarî ku têkildarî teqîna Tebaxa 2020’an li bendera Beyrûtê lêkolîn dikir de, biryara xwe ya dawî da.
Dadgehê daxwaza jikargirtina El Bîtarî cara duyemîn red kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNA, Dadgeha Temyîzê li ser serlêdana ku 12’ê Cotmehê hatî kirin, biryara betalkirina Bîtar, ku teqîna benderê lêkolîn kir, da.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku daxwaza betalkirina Bîtar ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve cara duyemîn hatiye redkirin.

Hate gotin, hêza Dadgehê nîne ku dadger Bîtar ê lêpirsîna teqîna 4’ê Tebaxa 2020’an li Bendera Beyrûdê pêkhatî ji erk bigre.

Di teqîna li Bendera Beyrûtê rûdayî de bêtirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 6 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha 300 hezar kes jî ji cihê xwe koçber bûn.

Parlamenterên Şii yên Tevgera Emel daxwaza jierkgirtina Bîtar kiribûn.

Ji ber vê yekê di navbera alîgirên Bîtar û komên Şii de li welat alozî zêde bûye.

Herî dawî jî ev alozî îro li kolanên paytextê bi derketina şerekî re xwe da der.

Back to top button