
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê li Şehbayê li ser hewildanên hikumeta Şamê ya qedexekirina zimanê Kurdî li dibistanan meşek li darxist.
Bi sedan mamoste û xwendakarên dibistanan tevlî meşê bûn.
Meş ji dibistana navçeya Ehrezê dest pê kir û li qada navçeyê veguherî mîtîngê.
Piştî ku meş veguherî mîtîngê daxuyanî hate xwendin.
Hat diyar kirin ku ziman hêmanê sereke yê civak û neteweyane ku hebûna ziman hebûna civakê ye.
Mamosteyan eşkere kirin ku ew li dijî her kesên ku li dijî zimanê zikmakî mafên rewa û mirovahiyê radibin, bi tundî şermezar kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesê hat kirin ku xwedî li hebûne xwe ya çandî û zimanê xwe derkevin.