MXDŞ kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi beşdariya 350 delegeyan kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist.
Jinên ku tevlî li kongreyê bûn diyar kirin ku li darxistina vê kongreyê ji bo dijmin bersivek e.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi dirûşmaya “Bi rengên kulîlkên Nîsanê em ê Şengalê ava bikin, Şengala xweser bixin bin temînatê” kongreya xwe ya 5’emîn li Sinûnê li dar xist.

Kongro bi beşdariya 450 mêhvan û delgeyan dest pê kir.

Nûnera KNK’ê Sabriye Sevgat, Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê (KYB), ji Deşta Nînovayê nûner, ji Başûrê Kurdistanê nûnerên Tevgera Azadî û hevgirtiyên Şengalê beşdar bûn.

Çîçek Yildiz: Li dijî hemû civaka Êzîdî siyaseta fermanê didome

Endama Korodînasyona Êzidiyên li Ewropayê Çîçek Yildiz di kongreyê de axivî û da zanîn ku gelê Êzîdî ji dîrokê heta niha li ber xwe didin û xwe diparêzin.

Çîçek Yildiz got, li dijî hemû civaka Êzîdî siyaseta fermanê didome.

Sabriye Sevgat: Azadiya Rêber Apo azadiya Êzidxanê ye

Li ser navê KNK’ê Sabriye Sevgat tevli kongreyê bû di axaftina xwe de diyar kir ku azadiya rêber Apo azadiya Êzidxanê ye.

Suham Şengalî: Li darxistina kongreya me bersiveke ji dijmin re ye

Ji komîteya amadekar a kongreyê û endama beşa dîplomasiyê ya Tevgera Jinên Azad (TAJÊ) Suham Şengalî jî anî ziman ku
kongre ji bo dijmin bersivek e.

Suham Şengalî herî dawî behsa rola jinan a di pergala Şengala Xweser û Demokratîk kir.

Back to top button