Wezîrê karên derve yê Hikumeta Şamê Feysel Miqdad, piştî Cezayîrê, berê xwe da Tûnisê. Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî jî, îro serdana Şamê dike.
Piştî 11 salan ji qutbûna têkiliyan di navbera Hikumeta Şamê û Tûnisê de, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad, serdana Tûnisê kir.
Piştî bidawîkirina serdana xwe bo Cezayîrê, Feysel Miqdad duh Duşemê, li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Tûnisî Nebîl Emmar, berê xwe da Tûnisê.
Wezareta karên derve ya Tûnisê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ev serdan dikeve çarçoveya vegerandina têkiliyan di navbera herdu welatan de.
Serdana Miqdad bo Tûnisê dê 3 rojan dewam bike, tê de dosyaya terorê û tevlêbûna bi hezaran xortên Tûnisî li nava rêxistinên teroristî yên li Sûriyê, dê bên lêkolînkirin.
Hefteya borî Hikumeta Şamê ragihandibû, ew ê balyozxaneya xwe ya li Tûnisê ji nûve vekin û balyozekî lê erkdar bikin.
Ev biryar piştî daxuyaniya serokê Tûnisê Qeys Bin Sieyid a di meha Adarê de ku gotibû “tu sedemên nebûna balyozekî Tûnisê li Şamê tunene” hatibû dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê serdana Şamê dike
Ji aliyekî din ve wezîrê karên derve yê Erbistana Siûdî Feysel Bin Ferhan îro gihîşt Şamê.
Li gorî ajansa Sana ya Hikumeta Şamê, Feysel Bin Ferhan dê bi serokê Hikumeta Şamê Beşar El-Esed re bicive.
Serdana wezîrê Siûdî bo Sûriyê, piştî 12 salan ji qutbûna têkiliyên herdu welatan, pêk tê.
Hefteya borî, li ser vexwendina Bin Ferhan, hempîşeyê wî yê Sûrî Feysel Miqdad serdana Erebistana Siûdî kiribû.
Çavdêr dibêjin, nermbûna têkiliyan di navbera Riyad û Tehranê de, guhertinek di tevgera siyasî ya herêmê de daye destpêkirin.
Erebistana Siûdî piştî vê lihevkirinê, helwesta xwe li beramber Hikumeta Şamê guherand û niha jî hewil dide Şamê vegerîne nav Komkara Erebî.
Vegera Sûriyê li nav Yekîtiya Ereban li Cedeyê nehat qebûlkirin



