Li Efxanistanê qedexeyên Talîbanê yên li dijî jinan

Talîbanê li Efganistanê xwendina xwendekarên keç, piştî refa 6’an qedexekir. Dibistanên keçan li ser biryara Talîbanê hatin girtin.

Li Efganistanê piştî ku di Tebaxa 2021’ê de Talîban hat ser rêveberiyê, bi taybetî qedexe û sînordarkirinên ku jinan dikin hedef, her roja diçe zêde dibin.

Talîbanê dibistanên xwandekarên keç girt

Li bajarên Helmand û Kandahar ên ku dikevin Başûrê welat, Talîbanê bi biryarek ji nişka ve ragihand ku navendên perwerde û enstitûyên ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve tên piştgirîkirin girtine.

Li saziyên perwerdeyê yên ku hatine girtin herî zêde zarokên ji refên 6’an û jortir perwerde didîtin.

Wezareta perwerdeya girêdayî Talîbanê der barê mijarê de diyar kir ku di encama lêkolînên ji aliyê şandeyekê ve hatin kirin de, biryara girtinê dane.

Berdevkê wezareta perwerdeyê jî piştrast kir ku xebatên navendên perwerdeyê heta biryareke din rawestandine û got: “Biryar li ser giliyên gel hatiye girtin.”

Lê berdevkê wezaretê der barê giliyên mijara gotinê de tu agahiyek neda.

Back to top button