Hikumeta Şamê dê balyozxaneya xwe li Tunisê veke

Hikumeta Şamê û Tunisê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand, ku li gorî însiyatîfa serokê Tunisê Qeys Seîd ya erkdarkirina balyozê welatê xwe li Şamê, hikumeta Şamê biryar da ji nû ve balyozxaneya xwe li Tunisê veke.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hikumeta Şamê erdkarkirina balyozekî Tunisê li Şamê erê kir û biryar da ku balyozxaneya xwe li Tunisê veke û di demeke nêz de balyozekî erkdar bike.

Ji bo vegera Sûriyê li nav Komkara Erebî, welatên Kendavê dicivin

Li aliyekî din, duh Sêşemê, Meclisa Hevkariya Kendava Erebî, banga civîneke lezgîn, ji bo lêkolînkirina vegera Sûriyê li nav Komkara Erebî kir.

Tevî welatên Kendava Erebî, dê Misir, Iraq û Urdun jî beşdarî civînê bibin.

Li gorî agahiyan, civîn dê roja Înê 15 Nîsanê bê lidarxistin.

Ji bo asayîkirina têkiliyan bi welatên Ereb re, weke yekemîn car piştî sala 2011’an , Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed, sedana Uman û Îmaratê kir.

Back to top button