Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek pêk anî û di encama wê de 3 çete hatin kuştin.
Odeya çalakiyan di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir;
16’ê Nîsanê Endamên xezebê li ser yek ji bendên kontrolê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê çalakiyek teqemeniyê pêk anîn.
Di encama de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Odeya çalakiyan di daxuyaniya xwe de teqez kir ku heta rizgarkirina Efrînê bi temamî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.