THE WALL STREET JOURNAL: ENQERE BI EMERÎKAYÊ RE DER BARÊ S400 DE TÊK ÇÛ

Di demên dawiyê de ji ber mijara kirîna çekên S 400 ên Rûsî, di navbera Emerîka û Tirkiyê de alozî derketiye. Ev alozî di sernavên çapameniyên cihanê de jî ciheke berfireh digire. Herî dawî Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî agahiyên nû belav kir.

Rojnameyê ragihand ku serokê DYE Donlad Trump roja Duşemê bi serokê darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak re li Koşka Spî civiya.

Rojnameyê got, ti encam ji vê hevdîtinê der barê sîstema Rûsî ya Fûzeyên S-400 de , nehat girtin.

Wall Street diyar kir ku nûnerên Amerîka û Tirkiyê ji derveyî Konferansa Salane ya der barê têkilyên Tirkî-Amerîkî de jî li hev civiyan, lê dîsa jî tiştek bi dest nexistin.

Tirkiyê her û her, lihevkirina S-400 temem didît û digot nabe em wê betal bikin û em ji ya xwe danakevin.

Ji bo vê jî cîgirê Trump Mike Pence gotibû:

Divê Tirkiye yan di NATOyê de bimîne ,, yan jî S400 bikire.

Berî wê jî Pantagonê alavên taybet bi balafirên F-35 ji bo Tirkiyê da rawestandin.

Leave a Reply

Back to top button