Dengê li dijî rejîma Îranê bilind dibe

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana Jîna Emînî gur dibe.
Rejîma Îran ya nikare xwepêşandanan bi dawî bike, êrişên xwe zêdetir kirine.
Rejîmê bi hinceta piştevaniya xwepêşandêran êrişî navendên hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê kirin.
Di êrişê de, 9 kes mirin û 32 jî birîndar bûn.
Hemwextî vê Serokomarê Îranê Reîsî careke din gef li xwepêşandêran xwar.

Dengê çekan, êriş û hovîtiya rejîma Îranê doh di roja 12’an de jî nekarî kolanên welat ji xwepêşandêran vale bikin.

Ji bo serhildana Jîna Emînî ya li welat hatî despêkirin, li kolanên bajarên Sine, Tehran, Yezîd, Esfehan, Xoresana Rezewî û hinek parêzgehên din bê navber dewam kir.

Xwepêşanderan dirûşmeyên, “Mirin ji bo dîkdator”, “Mirin ji bo Xameynî” û “Jin, Jiyan, Azadî” gotin.

Her wiha xwendekarên hinek zanîngehan jî qetilkirina Jîna Emînî û tundutijiya li dijî xwepêşanderan tê pêkanîn şermezar kirin.

Di demekî ku xwepêşandan dewam dikin, Artêşa Îranê bi hinceta ku rola hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de, di xwepêşandanan de hene û li ser ewlehiya wan metirsîdare, bi mûşek balafiran baregehên wan ên li Herêma başûrê Kurdistanê bombebran kirin.

Di encama bombebaranên rejîma Îranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 jî birîndar bûn.

Li ser dosyeya qetilkirina Jîna Emînî, parêzerê malbatê Salih Nîkbextî ragihand ku malbata Jîna Emînî doz li ser kesên ku destê wan di nava girtin, lêdan û qetilkirina wê de hene vekiriye.

Reîsî careke din gef li xwepêşandêran xwar

Di derbarê heman mijarê de Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevpeyvînek xwe ya di televizyonê de ragihand ku di demek nêz de, raporta sedem û çawaniya jiyana xwe ji dest dana Jîna Emînî dê were parvekirin.

Reîsî careke din gef li xwepêşanderan xwar û wan weke ‘provakor’binav kir û got ku rê nadin provakatoran û wê bi tundî li ber wan rabin.

Hêzên rejîma Îranê raste rast bi çekan êrişî xwepêşandêran dikin

Back to top button