HPG: 3 dagirker li Heftanînê hatin kuştin

Li Heftanînê ji bo hilanîna tola 3 gerîlayên HPG’ê çalakî hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek derbarê çalakiya tolhidana 3 gerîlayan de da.

Hate diyarkirin 23’ê Adara 2021’an, gerîlayên HPG’ê li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne çalakî kirin.

Hate gotin di çalakiyê de, Gerîlayên bi navê Mîrza, Bêrîtan û Jînda ku ji nêz ve li dijî dijmin şer kirin, bi lehengî şehîd bûn û wiha hat gotin,

“Ji bo hilanîna tola her 3 gerîlayan di 25’ê Adarê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Bektorya bi çekeke taybet li dagirkerên li ser Girê Koordîne hate xistin.

Di encamê çalakiyê de kozika dagirkeran bi temamî îmha bû û 3 dagirkerên di kozikê de hatin kuştin.

Dagirkeran piştî çalakiyê bombardûmaneke giran li zeviyên gundê Rusê kirin her wiha danê êvarê jî miriyên xwe ji qadê birin.”

Back to top button