Gerîlayên YJA Starê li dijî artêşa tirk a dagirker li navçeya Kerboran a Mêrdînê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de herî kêm 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê daxuyeniyek nivîskî da.
Li gorî wê:
24’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Bekan ê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.
Heman rojê Hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê li baskekî operasyonê xistin û 4 leşkerê hatin kuştin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk, 30’ê Cotmehê bombe li gundên Bêbadê û Kanî Mazî yên bajarokê Çemankê yê Duhokê barandin.
Mizgeftek û gelek xanî ji ber bombaranê xera bûn û dehl û rezên gundiyan zerer dîtin.