Meşa dirêj a ciwanan di roja 3. de li bajarê Dêrikê bi dawî dibe

Li dijî tecrîd û gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne. Îro li gelek deveran, çalakî hatin li darxisitn û li dijî tecrîd û êrişan peyamna bilindikirina têkoşînê hatin dayîn.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Ocalan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ye.

Meşa dirêj a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan ya ji bo piştgirya berxwedana gerîla di roja 3. de gihaşte navçeya Dêrikê.

Meşa ku ji bajarê Qamişlo dest pê kir û li navçeyên Tirpespiyê û Girkê Legê re derbas bû, îro li navçeya Dêrikê bi dawî dibe.

Buroya jinê ya TEV-DEM ê gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir

Buroya Jinê ya TEV-DEMê jî bi daxuyaniyekê gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi projeya mêtîngeriyê ya dagikeriya Tirk li herêmê hate kirin û wiha hate gotin:

“Armanc ji vê projeyê dewamkirina şer û aloziya li herêmê ye.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan hate kirin ku li dijî dagirkeriyê asta têkoşînê bilind bikin.

Her wiha bang li rêxisitnên hiqûqî hate kirin li dijî van êrişan bi erka xwe ya mirovî rabin.

Meclisên Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê êrişên li ser herêmê şermezar kir

Meclisên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li Hesekê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Temirê bi daxuyaniyên cuda êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyan de hate gotin dagirkeriya Tirk ku li hemberî berxwedana gerîla têk çû, niha berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Meclisên Malbatên Şehîdan hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku sînoran ji êrişên dewleta Tirk re deyne.

Meclisên Malbatên Şehîdan tekez kir ew li dijî êrişan berxwedana xwe dewam bikin.

Xebatkarên tenduristiyê bang li CPT kir ku komîteyeke tndirûstiyê bişînin Îmralî

Yekîtî û xebatkarên tenduristiyê tevî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê têkildarî rewşa tendirûstî ya rêber Ocalan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) hate kirin ku rê bidin saziyên tenduristiyê ku komîteyên tenduristiyê bişînin da ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan nas bikin.

Koçberên Girê Spî: Êrişên li ser herêmê wê aramiyê têk bibe û rê li ber koçberiyê veke

Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan ya Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniykê planên mêtingeriyê ên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, gefên dagirkeriyeke nû li herêmê rê li ber bêaramî û zêdebûna koçberiya li herêmê vedike.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku li ser dosyaya penaberan bazarê neke û rê li ber êrişan bigirin.

Jinên Dêra Zorê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan kir

Jinên navçeya Hecîn a Dêra Zorê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir.

Jinan bang li civaka navdewletî kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bike û sînoran ji êrişên dagirkeriya Tirk re deyîn.

Back to top button