Dewleta Tirk hemwext gundên Eyn Îsa, Kobanê, Minbic û Til Rifet topbaran kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, dewam dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê îro li Til Rifat, Girê Spî, gundên Minbic, Kobanê û Eyn Îsa, êrîş pêk anîn. Di nava meha gulanê de li Til Temirê ji ber êrîşan, 2 şervan û 4 sivîl birîndar bûn, her wiha gundên navçeya Şera, Şêrewa yên Efrînê û Şehbayê jî bi hezaran top û Obîsan, hatin hedefgirtin.

Dewleta tirk a dagirker û serokê rejima wê ya faşîst Erdogan li aliyekê gefên êrişeke dagirkeriyê li dijî Bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe, li aliyê din jî êrîşên xwe yên rojane, didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî nîvro gundên Keçel Ubêd, Korik, Qizelî û depoyên Qizelî yên li rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Dewleta Tirk kargeha çemento ya Lafarge ku li navçeya Çelebiyê ya başûr rojhilatê Kobanê dikeve, topbaran kir.

Her wiha Dagirkeran Gundê Ebû Nîtonê yê rojavayê Eyn Îsa jî dan ber topan.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku dewleta Tirk gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên bakurê Minbicê topbaran kir.

Li Til Rifetê jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk klînîkeke nexweşiyên jinan, bombebaran kir.

Dewleta Tirk di meha Gulanê de 500 roket avêtin Til Temirê

Li gorî bîlançoya meha Gulanê ku Ajansa ANHA’yê amade kiriye,

dagirkeran bi hemû hêz û teknîka xwe 17 gund û mezreayên Til Temirê kirin hedefa êrîşan.

Di encama êrişên dagirkeran de; 500 roket li van gundan ketin, 2 şervan û 4 sivîl birîndar bûn, mizgeft, dêr û avahiyên welatiyan hatin rûxandin.

Di meha Gulanê de bi Hezaran Obîs û Hawan li gundên Şehba û Efrînê ketin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de bi şev û roj gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî û gundên Şehbayê jî, bi çekên giran bênavber hedef girt.

Li gorî bîlançoyê di Gulanê de, artêşa Tirk û çeteyên wê bi hezaran obîs, hawan û guleyên tankan avêtine, gundên van navçeyan.

Her wiha gera balafirên şer û keşfê jî li ser herêmê ranewestiye ye.

Bi giştî, 4 hezar û 638 obîs, 217 guleyên tankê û 552 guleyên hawanê hatin avêtin.

3 caran bi balafireke bê mirov a biçek êriş pêk hatiye.

3 balafirên bêmirov ên biçek jî hatine xistin.

Back to top button