Li Kampa Holê ku ji aliyê dewletên cîhanî ve hatiye paşguhkirin, roj nîne bûyerke kuştinê yan jî hewldana kuştinê lê rûnede.
Duh hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşê 3’yan ê kampê termê mêrekî dît.
Kesê hatî kuştin, Besam Xidir Siwadî ye û ji Dêra Zorê ye.
Hêzên Ewlekariyê duh termê wî li beşê 3’yan ê Kampa Holê dît.
Li gorî agahiyan Besam bi kêran hatiye kuştin.
Birayê wî, Mihemed Xidir ragihand roja çarşemê 3 kes derbasî konê wan bûn û birayê wî bi xwe re birine.
Li kampê ev bûyer her hene û ji ber ku hêzên navdewletî erka xwe ya di aliyê kampê de pêk naynin, her roj ev bûyer zêdetir dibin.