Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Bekir diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya Rêber Apo di nava tevgerê de ye û ew ê xebatên ji bo rakirina tecrîdê mezintir bibin.
Ji Komîteya Ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Başûrê Kurdistanê siyasetmedar Mihemed Bekir derbarê Tecrîdê û helwesta CPT de nirxandin kir..
Bekir rexneyên tund li CPT’ê girt û ev tişt ani ziman:
“Piştî serdana CPT a ji bo Îmralî, daxuyanî û agahiyên tên belavkirin dide nîşandan ka rewş çiqasî cidî û metirsîdar e.
Bi vê yekê diyar dibe ku CPT parçeyek ji komploya navneteweyî ye. Hiqûq û yasayên xwe ji bo siyaseta hêzên serdest binpê dike.”
Mihemed Bekir: Ji bo rewşa Rêber Apo zelal bibe çalakî dewam in
Ji Komîteya ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Başûrê Kurdistanê Mihemed Bekir destnîşan kir ku berxwedana Tevgera azadiya Kurd ew bighêje serkeftinê û wiha got:
“Li ser rewşa Rêber Ocalan Fikar û gumanên Tevgera Azadî û gelê Kurd hene.
Ji bo vê pêngavek hatiye destpêkirin ku divê ji rewş û tenduristiya Rêber Apo agahdar bin.
Gelê Kurd li kolanan in û ji bo zextê li Tirkiye û hêzên navneteweyî bikin di nava çalakiyan de ne”