Ji ber lehiya li Afrîkaya Başûr rewşa karesata netewî hat ragihandin

Ji ber barana zêde ya li Afrîkaya Başûr wêraniyek zêde pêk hat.
Komara Afrîkaya Başûr ji ber ziyanên lehiya ku hefteya borî bandor li seranserî welat kirî, rewşa karasata neteweyî ragihand.

Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa di axaftina xwe ya ji gel re diyar kir ku rewşa karesatê ya di asta dewletê de li hemberî zirarên ku çêbûne têrê nake û hikûmetê rewşa karesata neteweyî îlan kir.

Cyril Ramaphosa daxuyakirin ku Bendera Durban ku navenda herî mezin û lojîstîkê ya welêt e, di lehiyê da zirareke mezin dîtiye.

Ramaphosa anî ziman ku ji ber lehiyê nêzî 4 hezar avahî bi temamî hilweşiyane û got:

Bêtirî 40 hezar kes jî bê mal mane.

Serokomarê Afrîkaya Başûr da zanîn ku pirsgirêkên herî giran li herêmên bandordar peydakirina ava paqij, xwarin û stargehê ye.

Ji ber lehiya li Afrîkaya Başûr 443 kesan jiyana xwe ji dest dane

Serokwezîrê Eyaleta KwaZulu Natalê Sihle Zikalala doh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku jimara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 443’an.

Hêza Parastina Neteweyî ya Afrîkaya Başûr 10,000 personel ji bo alîkariya herêmê bi cih kiribû.

Xebatên lêgerînê yên ji bo 63 kesên ku di lehiyê de winda bûn dewam dikin.

Back to top button