​​​​​​​HRW: Polîs û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê binpêkirinên xeternak pêk anîne

Îro rêxistina Human Rights Watch bang li hikumeta Tirkiyê kir ku têkildarî êşkencekirin û binçavkirina tund, lêdan û binpêkirinên din a hêzên ewlekariyê li Stenbolê û bûşûr rojhilatê welêt, lêpirsînê veke.

Rêxistinê di raporeke xwe de îşaret bi wê yekê kir ku polîs û hêzên ewlekariyê li taxên Tirkiyê binpêkirinên xeternak li dijî 14 kesan ji wan 6 bûyerên cuda li Amed û Stanbûlê di du mehên derbasbûyî de, pêk anîne.

Li gorî rêxistinê, rewşên ku hatine eşkerekirin,  bûyerên metirsîdar wekî binçavkirina tund, lêdan û binpêkirinên din, digire nava xwe.

Li gorî ajansa Frans Press, rêxistina Human Rights Watch bang li hikumeta Tirkiyê kir ku têkildarî mijarê lêpirsînê veke.

Di du rewşên ku Human Rights Watch pê hatiye agahdarkirin de, hat zanîn ku polîsan bi ser malan ve girt û kûçik berdan qurbaniyên ku bandorên geskirinê li ser laşên wan xuya bûn.

Li gorî wêneyên di malperên taybet ên tevna civakî de hatine parvekirin, di du rewşên din de hin kesên bi guman ku endamên polîsan kuştine yên hatine binçavkirin ji aliyê polîsan ve rastî lêdan û heqaretê hatin.

Human Rights Watch piştrast kir ku derbarê rewşên pê hatiye agahdarkirin de, wan belgeyên qanûnî û tenduristiyê dîtine û bi şahid, qurbanî, parêzer û malbatên wan re axivîne.

Rêxistinê her wiha bi bîr xist ku hikumeta Tirkiyê bêyî ku lêpirsînê dest pê bike, îdiayên binpêkirinên 4 rewşan derewandiye.

Back to top button