Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê bi Wezîrê Hindir ê Başûr re civiya

Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê Osman Xanmî li Hewlêrê civiyan.

Di saetên sibehê de Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê Osman Xanmî serdana Hewlêrê kir û li gel Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed civiya.

Piştî civînê têkildarê naveroka civînê ti daxuyaniyek nehat dayîn.

Lê li gorî hin zanyariyên ne fermî, di civînê de li ser pirsgirêkên ewlehiyê yên li deverên bi nakok û tevgera çeteyên DAIŞ’ê giftûgo hate kirin.

Back to top button