Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ên Helebê bi xwepêşandanekê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tînin şermezar kir.
Bi sedan şênî li pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û heta pêşiya navenda şehîd Gelhat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd meşiyan.
Destpêkê rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Nedye Yûsif axivî û got:
Ev jî ne cara yekê ye ku sûcên wiha ji dema dagirkirina Efrînê de tên kirin.
Divê em jî li hember van kiryaran serî hildin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Amne Xidiro jî got:
“Çima cîhan balê nakişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê, tevî ku ev kiryar li ber çavên wan tên kirin.”
Jinên Efrîn û Şehba li dijî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan