Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin konseya Ewropayê

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku serdana MATÛHAYDER’ê kir, diyar kirin ku dê tiştên di serdanan de ji wan re hatine gotin ragihînin civîna Konseya Ewropayê.

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 welatan û ji 3 kesan pêk tê, li Tirkiyeyê serdanên xwe didomîne.

Şandeyê ji bo serdana Dayikên Şemiyê bike serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê kirin.

Şande paşê hevdîtin bi aktivîstên Tevgera Jinan (TJA) re kir.

Di hevdîtinê de Aktivîstên TJA’yê bal kişandin ser şert û mercên ku Rêber Abdullah Ocalan tê de ye û gotin ku ev şert û merc bi têgeha “tecrîdê” tenê nayên ravekirin, ji lew re pergaleke pir xirabe.

Aktivîstan bilêv kir ku têkoşîna wan a li dijî tecrîdê didome.

Di serdanê de li ser rewşa girtîgehên li Tirkiyê û kirinên li girtîgehan hat sekinandin

Şande paşê serdana Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran kir.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî gotin ku xisûsên di serdanan de bi wan re hatine parvekirin ew ê bibin civîna Konseya Ewropayê ku wê hefteyek bi şûn de bê lidarxistin.

Delegasyonê got: “Em ê dengê we bigihînin wir.”

Back to top button