Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê diyar kirin ku tecrîda Îmraliyê belavî ser hemû civakê bûye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne.
Komeleyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li ber avahiya Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê daxuyanî dan.
Namzetên partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
‘Tecrîd li ser tevahiya civakê belav bûye’
Hevserokê Çûkûrova TUHAY-DER’ê Ergun Altûntaş diyar kir ku di heyama îktidara AKP-MHP’ê de rûxandina herî giran li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk hatiye û got:
“Şert û mercên li ser birêz Abdullah Ocalan ê li Zindana Îmraliyê dimîne li ser hemû girtîgehan belav bûye.
Di alfabeyê de herf neman ku girtîgeh nehatin vekirin.
Pergala tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya civakê belav bûye û sepanên li dijî girtiyên polîtîk li dijî hiqûqê û peymanên navnetewî ne.