Dayik û hevjînên şehîdan perwerdeyên destwerdana lezgîn dîtin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmehê rewşa awarte li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Meclisa Malbatên Şehîdan li ser vê rewşê, di nava tevgerê de ye..

Meclisê dewreyeke destwerdana lezgîn ji bo dayik û hevjînên şehîdan vekirbû îro di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.

Têkildarî mijarê, hevjîna şehîd Mihemed Tahir, Neşmiye Etallah got:

“Ji bo amadekariyên me li hember êrişan temam bin, em nasekinin..”

Dayika du şehîdan, Cîhan Gulo jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi mîna van dewreyan heye bi taybet di vê pêvajoyê de.

Back to top button